Dengê azadiya jinên kurd: Eleniya

10:36

Roksan Efrîn / JINHA

RIMÊLAN - Li bajarê Rimêlan yê Kantona Cizîrê 5 jin hatine bahev Koma Muzîkê ya Eleniya avakirine û hewil didin bibin dengê jinên kurd û jîndarkirina çanda kurdiya kevnare. Jinên di komê de cîh digirin diyar kirin ku wan hemû hişmendiyên civakiyên paşveru hilweşandine û dê bi hunera xwe tekoşîna xweberdewam bikin.

Bi Şoreşa Rojava re jin di her navendên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin. Piştî şoreşê jin di deriyê ji bo azadiya jinê hatî vekirin re derbasdibin, di aliyê parastina cewherî, çand, aborî de xwe rêxistin dikin. Li bajarê Rimêlan yê Kantona Cizîrê 5 jin hatine bahev û Koma Muzîkê ya Eleniya avakirine. Koma Muzîkê ya jinan ya ku di biniya Navenda Çnada û Hunera Aram Tigran ya Rimêlan de xebarên xwe birêve dibin zoriyên xwe yên di dema avakirina komê de kişane nirxandin.

'Me dest ji armanca xwe berneda'

Endama Koma Muzîkê ya Eleniya Evin Xalid da zanîn ku di dema nû avakirina komê de wan gelek zorî kişandine, li gel hemû zoriyên kişandine jî dest ji armanca xwe bernedane û wiha domand: "Weke kom me bawer kir ku emê bi serkevin. Di aliyê civakî de me zorî kişandin, lê ew zorî pêşiya pêşketina me nakarî bibin asteng. Me armanc danî pêşiya xwe û bi wê serketin. Weke kom heftê rojekê em perwerde dibînin. Weke jin divê em di her navendên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin. Di dema ku çalakiyên me yên çandê çedibin de jî em hewil didin ku perwerda xwe paş de nehêlin."

'Me hemû hişmendiyên nerênî hilweşandin'

Endamek din ya komê Şehna Xalid jî bilêv kir ku demdirê jê di nava xebatên çandê de cîh girtinye û wiha berdewam kir: "Despêkê civakê em weke kom ne didîtin. Lê di xebatên xwe de me pêşketinên giring bi dest xistin. Bi giştî di nava civakê de bi çavê 'nikare bi sernakeve' li jinan tê nêrîn. Lê me weke jin ev hişmendî hemû hilweşandin. Bi şoreşa Rojava re jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûn çiruska hêviyê. Em jî bi wê giyanê xebatên xwe berdewam dikin. Em bi biriyardariyek mezin dixebitin."

'Emê bi hunera xwe tekoşîna xwe berdewam bikin'

Ji Koma Muzîkê ya Jinan Aya Ebdo jî endama herî ciwan ya komê ye. Aya jî anî ziman ku divê jin di her aliyê jiyanê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dom kir: "Ev 3 salin em xebatên xwe yên çand û hunerê berdewam dikin, di van xebatan de me pêşketinên mezin bi dest xistine. Em bi hunera xwe tekoşîna xwe berdewam dikin. Di aliyê çanda kurdî de emê îmza bavêjin binê gelek serkeftinên mezin. Tenê dazwaza me jin di her qadên jiyanê de cîh bigire."

(zt)