Li gundên Rojava parastina çandê
09:31
Roksan Efrîn/JINHA
GIRKÊ LIGÊ - Weke tê zanîn li Rojavayê Kurdistanê çanda gelê kurd pir li pêşe. Bi taybetî jî jinên kurd ên Rojava bi çanda xwe tên nasîn. Li gundê Sermesax a bajarê Girkê Ligê jî jin bi çanda xwe ya hunerê tên nasîn. Jinên gund bi muzîk û dengê xwe yên zîz bandorê li ser gund dikin. Dema jin stranan vedibêjin, dengê wan li tevahiya gund belav dibe û bi xwezayê re dibe yek.
Li gel ku bi salan rejîma desthilatdar a Baas ê li gund, navçe û bajarên Kurdan çewisandinê û mêtîngeriyê li ser gelê kurd da meşandin jî, gelê kurd tu car dest ji çanda xwe ya jiyanî û hûnerê berneda. Li Rojavayê Kurdistanê jî Kurd her tim bi çanda xwe hatine nasîn. Bi taybetî jî Kurd li gundan çanda xwe dane jiyandin. Yek ji van gundan jî gundê Sermesax a Girkê Legê ye. Li vî gundî hema bêje hemû kes bi hunerê re eleqedar dibin. Her wiha bi taybetî jî jin bi hunerê re eleqedar dibin. Yek ji van jinan jî Hunermenda bi navê Cengê ye ku di Koma Serhildan de cih digire. Cengê di nava şerê ku pêk tê de li gel hemû zor û zehmetiyan, bi dengê xwe yê zîz, vîna jinên kurd nîşan dide. Hunermend Cengê bi dengê xwe yê xweş li hemberî pergala serdest têkoşînê dide. Cengê bi dengê xwe li hemberî pergalê weke çekekî ye.
Bi vîna xwe ya mezin li hemberî hemû astengiyan rawestiya
Hunermend Cengê der barê huner û zehmetiyên ku dijî de axivî. Cengê diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi dengê xwe hunermend buye û wiha got: "Dengê her kesî xweş e. Lê her kes ev hûnera xwe zêde pêş naxe û wekî pîşe nagire dest. Bi min re ev yek cuda pêş ket. Min ev yek weke hebuna xwe bi nav kir. Ez muzîkê ji bo xwe wisa dinirxînim. Her wiha her kes li hemberî jiyana ku pergala mêtînger li ser me dide meşandin, çekek bi kar tîne. A min jî çeka min hunera min e. Li ser vî esasî min di sala 2008'an de biryar da ku biçim Navenda Çand û Hûnera Kurdî. Min di nava xebata xwe ya hunerî de gelek zehmetiyan jiyan kir. Her wiha di nava vê xebata min de herî zêde ji dayika min piştgiriyê da min."
Cengê anî ziman ku ew herî zêde di nava van 7 salên dawî de zehmetiyan jiyan kiriye û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku ez li ser hunerê perwerde bibinim, min gelek astengî dît. Sedema vê yekê jî ew bû ku me bi awayekî veşartî hunera xwe dikir. Lê piştî Şoreşa Rojava, êdî hunera me jî pêş ket û me li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir."
Di nava şoreşê de hunera jinan
Cengê behsa têkoşîna jinên kurd a di nava şoreşê de kir û wiha berdewam kir: "Jinên kurd xwediyê vînek mezin in. Dema bi vîna xwe jî tevbigerin tu tişt nikare li hemberî wan bisekine. Jinên kurd di nava hemû astengiyan de xwe ji nû ve diafirînin. Ev yek jî bi şoreşê carek din derket pêş. Jin bi pêşengiya xwe di cîhanê de bûn mînak.
Dayika Cengê jî der barê huner û astengiya ku keça wê jiyan kiriye de hestên xwe anî ziman û wiha got: "Keça min bi hunera xwe bi nav û deng e. Dengê keça min pir xweş e. Lê li gel vê yekê keça min ji hunerê pir hez dike. Tişta ku wê dide pêş jî hezkirina wê ya li hemberî hunerê ye. Bi rastî jî keça min gelek zehmetiyan jiyan kir. Gelek astengî li pêşiya wê hebûn. Lê li gel van hemû astengiyan jî keça min bi şoreşê derketinek mezin pêk anî. Ez ji ber têkoşîna keça xwe ya ji bo hunerê heta niha daye pê serbilindim."
(rc)