Ji bo travma şer bê kêm kirin dê zarok wêne xêzbikin
10:21
Sarya Gözüoğlu / JINHA
AMED - Ji bo zarokên Rojava û Şengalê yên ku ji ber êrîşê çeteyên DAİŞ'ê neçar mane ji cih û warên xwe koç bikin û hatine li Amedê bi cih bûne perweda wênevaniyê tê dayîn. Dê ji bo zarokan pêşengehek wêne xêzkirinê were li dar xistin. Sekretera Giştî ya Konseya bajêr Feyziye Sumer jî diyar kir ku armanca vê pêşengehê travmaya şer ya li ser zarokan pêk hatiye kêm kirine.
Konseya Bajêr ya Amedê, ji bo zarokên Rojava û Şengalê yên ku, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçî Amedê kirine dê pêşengehek ya wêne xêzkirinê li dar bixe. Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Feyziye Sumer derbarê pêşengeha ku wê di 25'ê Nîsanê li Salona Sînamayê Kedê ya kevin de were li dar xistin agahî da. Feyziye da zanîn ku xebatên pêşengehê wê di çerçoveya Meclîsa zarokan dê pêk were. Di heman demê de diyar kir ku pêşengehe wê bi piştgiriya Şaredariya Surê ve were amede kirin û wiha dom kir: "Armanca vê pêşengehê travmaya şer ya li ser zarokên ji Rojava û Şengalê hatine kêm kirine."
'Dê 300 zarok tevî pêşengehê bibin'
Feyizye derbarê xebatên pêşengehê de wiha got: "Pêwistya me bi mamosteyên wêne saz hene. Gelek mamoste ji bo vê xebatê serî li Konseya Bajêr dan. Ji her dibistanek ya herêma Surê dê 10 zarok werin veqetandin. Lê bi taybet dê piraniya wan zarokên Şengal û Kobanê cihê xwe bigrin. Ji ber ku hêjmara zarokan dê di derdora 300 kesan de be pêwistî bi gelek mamoste jî heye. Mamosteyên ku dixwezin piştgiriyê bidin vê pêşengehê dikarin xwe bighînin Konseya Bajêr û Egitim Senê."
Xebatê werin kirin dê li ser navê zarokan were pêşkêş kirin
Her wiha Feyziye da zanîn ku xebatên werin li dar xistin dê li ser navê zarokan were pêşkêş kirin û wiha got: "Ger zarok bixwezin wêneyên ku çêbikin dikarin pêşkêş bikin. Amûrên ku di pêşengehê de were bi kar anîn emê di dawiyê xebatê de diyariyê zarokan bikin. Pêwistî bi amûrên boyeyên rengan hene,kesên dixwezin bibin alîkar dikarin xwe bighînin Konseya Bajêr û piştgirî bidin xebatê zarokan."
Di dawiyê de Feyziye bi bîr xist ku dê ev xebata pêşengehê li hemû gund û navçeya Amedê bidomînin.
(rc)