Li Rimêlan festîvala govenda kurdî

17:33

JINHA

RIMÊLAN - Li Rimêlan festîfala gonevenda kurdî hat li darxistin.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran ya bajarê Rimêlan yê Kantona Cizîrê festîfala govenda Kurdî hat li darxistin. Festîfalê bi komên govendê yên ji Hesekê heya Dêrikê berdewam kir. Mihrîcana ji aliyê Tevera Çand û Hunerê ve hatî organîzekirin bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Di Mihrîcanê de li ser navê Komîteya Amedekar ya festîfalê Mustefa Şahîn axavî û got: "Ev serkeftinên ku me îro bi destxistiye bi saya şervanên YPG,YPJ'ê ne.''

Seroka Desteya Çand û Hûnerê Bêrîvan Xalid axivî û wiha got: ''Pêwîste em riya şehîdên xwe bişopînin, ev festîval bibe gavek ber bi derxistina çanda kurdî asta herî bilind û çanda xwe gav bi gav bi pêş bixin.''

Di festîvalê de li ser navê gelek saziyan peyamên pîrozbahiya lidarxistina festîvalê hatin dayîn, pêşkêşkirina dîlanê ji aliyê koma xweser a jinên Dirbêsiyê destpê kir û piştre kom bi kom dîlan hatin pêşkêş kirin. Koma Şehîd Eleniya stranên xwe reng dan festîvalê .

Di dawiya festîvalê de ji aliyê komîteya çavdêr ve encam hatin diyarkirin, komên ku bi serketin ev in: koma bajarê Qamîşlo ya yekemîn derket, ya duyemîn koma bajarê Hesekê û ya sêyemîn koma bajarokê Rimêlan bû û komê ku bi serketin hatin xelatkirin.

(sx)