Bi hunera xwe reng dide kolanan

11:06

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Elif Şahin Altunkaya ya 41 salî bi hunera xwe reng dide kolanan diyar kir ku wê dibistan ne xwendiye bi keda xwe hînî wênenîgariyê bûye û got: "Jin di hêza çî bixwaze kirinê dene, tenê em di ferqa hêza xwe debin."

Jin bi hunera xwe reng dide kolanan. Yek ji wan jî dayîka 2 zarokan Elif Şahin Altunkaya ya 41 saliye. Elif li Kolana Defakta ya ser Cadeya Çakmak ya Edeneyê hunera xwe digihîne huner hezan. Li kolanê bi portre, pênûsrejî, pastel boye û hunera şewitandinê wêneyan xêz dike. Elîfa ku dibistan ne xwendiye bi keda xwe hînî wênenîgariyê bûye wiha dibêje: "Dema ku jin bixwaze tiştek neke nîne." Elîf da zanîn ku divê jin aboriya xwe avabike, xwe girêdayî mêran nekin û wiha domand: "Ez her roj têm vêderê û tezgaha xwe vedikim. Ez ser daxwazan hem portreyan çêdikim û hem jî bi armanca dana nasîn weke pêşangeh nîşandidim. Bi tayîbetî ez ji jinan bertekên pir baş digirim û ev jî hêviyên min bilind dikin."

'Em navendên ku hunera xwe lê bikin dixwazin'

Elif bilêv kir ku li Edeneyê cihek yê ew lê hunera xwe bikin nîne û wiha dom kir: "Ji ber nebûna herêmek em tê de hunerê xwe bikin pir me dide zorê. Bi tayîbetî jî di demsala zivistanê de em gelek dikevin zorê. Ji ber sermayê em nikarin bixebitin û nikarin hunerê xwe bikin. Demsala havînê jî ji ber germê em nikarin kar bikin. Em dibînin di bajarên dinê de navendên hunerê hene. Daxwaza me jî heye ku şaredarî ji bo me herêmên hunerê veke." Elif bang li jinan kir û got: "Werin em xwe bi hunera xwe bi rêxistin bikin û li hember hemû qedexeyan tekoşînê bikin û cîhanek hîn zêdetir azad avabikin. Jin bixwaze her tiştî dikar bike, tenê di ferqa hêza xwedebe."

(zt)