Pêşangeha 'Xêzên Ji Bo Bîranîna Enfalê'
13:50
JINHA
AMED - Hunermendê Kurd Osman Kader Ahmed pêşangeha bi navê 'Xêzên Ji Bo Bîranîna Enfalê/Komkujiya Kurdan' ya ku qirkirina Enfalê ya salên 1986-89'an vedibêje li Galarya Hunerê ya Amedê pêşan da.
Hunermendê Kurd Osman Kader Ahmed yê li Birîtanyayê dijî pêşangeha bi navê 'Xêzên Ji Bo Bîranîna Enfalê/Komkujiya Kurdan' ya ku qirkirina Enfalê ya salên 1986-89'an vedibêje li Galarya Hunerê ya Amedê pêşan da. Dê pêşangeh heya 6'ê gulanê vekirî bimîne.
Hunermendê Kurd Osman Kader Ahmed bi xêzên xwe qirkirina ji aliyê rejîma Saddam ve ser kurdan di salên salên 1986-89'an de hatî kirin pêşanda. Osman Kader Ahmed yê ku ji Hunermendên Kurdên Britanyayê ye di sala 1962'an hatiye dinê û li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Kurdoloji ya Navendî weke hunermend peyîwir girtiye. Hunermend Osman yê ku di sala 1985'an de ji Enstituya Hunerê ya Silêmaniyê mewzun bûye li Zanîngeha Camberwell ya Londra yê Beşa Wênenigariyê masteri xwendiye. Bijîşkiya xwe jî ser xebatek yê girêdayî qirkirina kurdan Enfalê li Londonê di sala 2011'an de qedaniye. Osman beşdarî gelek konferans û semînerên ser Enfalê bûye. Osman yê ku girêdayî qirkirinên Ewrupa û Rojhilata Navîn pêşangeh nîşan daye vê pêşangiha xwe jî bi navê "Kesên Hatine bê cîhwarkirin" li Muzeya Emperyal ya Londrayê pêşan da.
Hunermend Osman di derbarê pêşangiha xwe de wiha dibêje: "Bûyerên erjeng yên ku di salên 1988'an de hatine jiyan din bandorek mezin ser jiyana min kirine. Di nava van wêneyan de ez ne tenê Enfal û komkujiyan xêznakim, ez bi van pêşangihan re diçim wan rojan û vedigerim. Di heman demê de ez bi van pêşangihan êş û hîsên xwe xêz dikim."
(zt)