Li Botanê cejna buharê tê pîroz kirin
15:50
JINHA
ŞIRNEX- Li bajorokê Gundikê Melê yê girêdayê Şırnexê cejna biharê ya bi navê 'Adorok' ji aliyê gelê herêmê ve tê zanîn hat pîroz kirin.
Li bajorêka Gundikê Melê ya girêdayî Şirnexê pirozbahiya cejna buharê ya ku ji aliyê gelê herêmê ve weke "Adarok" tê zanîn hat pîroz kirin. Ev cejn bi sed salane di 14'ê Adarê ya hîcrî de tê pîroz kirin. Lê îsal ji ber şiliya zêde hebû cejin di maha Nisanê de hat pîroz kirin. Cejna ku armanca wê hatina biharê pîroz kirine ji aliyê şaradariya Gudikê Melê ve hat organîze kirin. Hevşaredarên Gundikê Mele Abdullah Tunç û Leyla Yildiz, Namzetê HDP'ê Leyla Birlik, Aycan Îlmez û Ferhat Encû j idi navê de gelek welatî ji gundên Kiran, Birîyan, Nerex û gelek gundên dinê yên derdorê tevlî pirozbahiyê bûn. Hêjêyî gotinê ku ev cejn bi taybîtî çanda van gunday e. Di vê cejnê de gelê herêmê di nav xwezaya ku bi hatina biharê xemilîye xwarina xwe amade dikin, disa bi govend û lestîkan bi çoş dibin. Jina bi navê Kelîme di derbarê cejnê de axivî û diyar kir ku ew hatine keyf û seyran û heneka û wiha got: "Ev cejn ji kal û pirê me mane lê me êdî pîroz ne dikir ji hinga partîya me qezanc kiriye em bi coşek mezin vê cejnê pîroz dikin"
Cejna bûharê bi gerandina govendê berdewam dike.
(ma/zt)