Ji Koroya Tev Çnada Amedê stirana hilbijartinê

15:39

JINHA

AMED - Koroya Tev Çanda Amed ê bi sernava 'Dengê te û navê te' sitiranek ya hilbijartinê ji bo lîsta hemû rengên civakê têde cîh ditire ya HDP'ê amadekiriye.
Gotinên stirana ji bo hêviya demokrasiyê HDP'ê wihaye:

Dengê te û navê te
Navê te hebûna te
Raya te jiyana te
Ji bo xelasiya gelê te

Yadê were, xaltî were
Metê were, keçno werin
Dengê xwe bidin HDP'ê

Xalo were, apo were
Yabo were, xortno werin
Dengê xwe bidin HDP'ê

Ji bo rizgariya gelan
Pêşengiya ciwanan
Dest bidin dest hev
Bila azad be jiyan

Bi hêvî û bi bawerî
Welatekî xweserî
Tu jî dengê xwe bide
Ji bo rojên ronahî

Tu bend nikarin bigre
Pêşiya azadiya gelan
Hem û gel tev bi hev re
Waye radikin sînoran

(zt)