Li Kobanê jin aboriya komînal pêş dixin

09:30

KOBANÊ - Kongreya Star bi armanca pêşxistina aboriya komînal, Komeleya Jin li Kobanê ava kir. Gava yekemîn jî ya Komeleyê li gundê El-Şiyûx hate avêtin.

Kongra Star bi armanca pêşxistina aboriya komînal, li Kantona Kobanê Komeleya Jinê ava kir. Komeleyê gava yekemîn li gundê El-Şiyûx avêt. Di komeleyê Jinê de 12 endamên Kongra Star cihê xwe digirin û xebatên çandiniyê dikin.

Rêvebera Kongra Star a xeta rojavayî Kantona Kobanê Suad Şêx Demir diyar kir ku ew bi armanca pêşxistina aboriya xweser tevlî xebatê bûne û wiha got: "Em jin pereyên çandiniya erd didin û dema rakirina zad em berhemên wê li hev par dikin. Em niha ceh diçînin, dibe em di demên pêş de nok û nîskan jî biçînin. Em dixwazin ku tevahî jin cihê xwe di projeyên bi vî rengî de bigirin. Ji ber ku jinê çandinî afirandiye û divê xwedî lê derkeve."

'Bi saya felsefeya Rêber Apo em xwedî li çanda xwe derdikevin'

Suadê da zanîn ku çandinî bi destê jinê hatiye destpêkirin û wiha dom kir: "Jin afrênera çandiniyê ye, lê weke ku gelek taybetmendiyên jinê ji hêla desthilatdaran ve hatine dizîn, çandinî jî jê hatiye dizîn. Îro em jin bi saya felsefeya Rêber Apo xwedî li çanda xwe derdikevin. Ez bang hemû jinan dikim çandiniyê bikin û aboriya komînal pêş bixin. Em êrîşîn dewleta Tirk li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin."

'Em bi rihê jinê çandiniyê dikin'

Gulê Mihemed yek ji jinên ku tevlî kampaniya çandiniyê bûye diyar kir ku jin bi hev re kar dikin û berhemên erd li hev par dikin û wiha axivî: "Em bi rihê jinê çandiniyê dikin û aboriya xwe peyda dikin, em pir kêfxweşin bi karê xwe. Em kiryarên dewleta Tirk jî bi tundî şermezar dikin. Weke ku me Rojava rizgar kir, em ê tevahî Sûriyê jî rizgar bikin. Erdogan ne bi kuştin û ne jî bi girtinê nikare vîna me tune bike. Her tim serkeftin ya gelê kurd e."