Li Elbakê 'Xana Kar' a Jinan vedibe

16:44

WAN - Li Elbakê 'Xana Kar a Jinan' ku yek ji projeyên şaredariyê yên îstihdamkirina jinan bû çêkirina wê qediya.

Li Elbaka Wanê xebatên ji bo îstihdamkirina jinan berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de 'Xana Kar a Jinan' ku yek ji projeyên îstihdamkirina jinan bû çêkirina wê qediya. Bi temamkirina Xanê re tê hedfkirin ku jin berhemên keda destên xwe li vê xanê pêşkêşî kiryaran bikin.

Xana ku tê de 24 dukan, mevanxaneya jinan û odeyên şîrdana zarokan tê de cih digirin, ada ku jin lê sporê bikin û qada zarok lê bilîzin jî di xanê de cih digrin.