'Kooperatîf tê wateya jiyana komînal'

10:55

JINHA

TIL TEMIR- Bi armanca pêşxistina jiyana hevbeş û aboriya komînal mamosteyên ziman ên bajarê Til Temir kooperatîfek avakirin.

Li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê 36 mamosteyên kurd û ereb di çerçoveyê xebatên înşakirina jiyanê û pêş xistina aboriya komînal li dibistana Til Ehmar ya Taxa Hemra di erdekî 6 donim de sîr, pîvaz û fûl çandin. Mamoste Rehma Îbrahîm têkîldarê girîngiya kooperatîfê wiha got: “Kooperatîf bi projeyê mamosteyan pêk hat. Me bi keda xwe ev erd paqij kir û tê de pîvaz, sîr û fûl çand. Piştî ku em ji dibistanê derdikevin, em xebatê xwe ya koopertîfê pêk tînin. Di vê xebatê de hevaltiya me hîn zêdetir pêş ket. Em ne tenê ji bo aboriya xwe kar dikin, di heman demê de têkîliya me jî pêş dikevin. Ev kooperatîf bi armanca pêşxistina jiyana hevbeş hate avakirin. Tê de em xweşbûna kedê hîs dikin."

'Dixwazim zarokên min jî fêrî xebatê kooperatîfê bibin'

Rojîn Ferhan jî da zanîn ku bi armanca pêş xistina zanistiya dîrokî ew zarokên xwe bi xwe re tîne nava erdê û wiha domand: "Ez herdû zarokên xwe bi xwe re tînim nav erd, ez dixwazim fêrî çandiniyê bibin û ji dîroka xwe qut nebin. Bi rastî em bi heskirin û ruhê alîkariyê bi hev re dixebitin. Ez dixwazim ew jî fêrî xebatên kooperatîfê û jiyana komînal bibin. Hin mamosteyên din jî zarokên xwe bi vê armancê anîne nav erdê."

'Xebatê çandiniyê bingeha civaka komînale'

Fadil Ibrahîm jî bi lêv kir ku kooperatîf tê wateya civaka komînal û wiha pêl da gotina xwe: “Xebatê çandiniyê bingeha civaka komînale. Li ser vî bingehî jî îro hemû mamoste kom bûne. Bi hev re ked û xebatekî derdixin holê. Piştî ku em xebata xwe li dibistanê diqedînin, em tên nav erd û bi hevalên xwe re xebata hevbeş dikin. Ez bang gelê rojavayê Kurdistanê dikim ku beşdarî xebatên kooperatîfê bibin, ji ber ku kooperatîf tê wateya civaka komînal."

Li hember ambargoyê pêşxistina kooperatîfa

Mamoste Mizgîn Til Temir jî destnîşan kir ku li hember ambargoya li ser herêmê ew giranî didin xebatê kooperatîfan û wiha pêde çû: "Jiyana komînal pir xweş e, Rojava di ambargo de derbas dibe. Ji bo wê gerek ne tenê mamoste kooperatîfê ava bikin, pêwîste her kes tevlî vê xebatê bibe."