Jinên Hesekê dest bi çêkirina mekdûsê kirin

15:27

JINHA

HESEKÊ- Komîteya Aborî ya Kongreya Star bi hedefa pêşxistina asta aborî ya jinê giranî da xebatên jinê. Projeya çêkirina mekdûsê destpêkir.

Jinên di Komîteya Aborî ya Kongreya Star de cih digrin, ji bo aboriya herêmê û ya jinê pêşbixin, projeyeke din xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de 17 jinên komînên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê yên kurd û ereb dest bi çêkirina mekdûs kirin. Jinên komînan bi kêfxweşiyek mezin li komîna Şehîd Evîn dest bi çêkirina mekdûsê kirin. Mekdûs ku ji bacanên reş, gûz, sîr, zeyt û salçeya îsotan tê çêkirin, yek ji pêxwarinên herî xweş û sereke ya taştê ye.

Di derbarê vê xebatên de Rêvebera Kongreya Star Enûd Qero got: "Projeyeke me ya aboriyê jî çêkirina mekdûse. Armanca me tenê pêşxistina aboriya jinê nîne, em dixwazin tevkariyeke me ji bo aboriya herêmê hebe û tevlîbûna jinan di karên aborî de pêş bixin. Em ê projeyên xwe zêdetir bikin."
Endama Kongreya Star Newroz Qasim jî kêfxweşiya xwe ji vê xebatê anî ziman û axivî: "Bi moral me dest bi vî karî kir. Em jin bi vê xebatê re mijûl bûne. Bêguman dê biser bikeve. Em bi xwe bawerin. Wiha jin dibe xwedî vîn."

(ee/mr/rc)