'Divê jin bi destên xwe qadên aboriyê ava bikin'

10:56

JINHA

ÊLIH - Jina bi navê Nezehat Îpeker (47) bergeyên ku bi destên xwe teşe didê û li ser tezgaha ku li ber deriyê mala xwe bi cih kiriye debariya xwe pê dike diyar kir ku divê jin bi destên xwe qadên aboriyê bidin afirandin.

Jinên ku dibin hişmendiya bavîksalariyê de di nav civakê de hatine astengkirin û fetisandin bi hunera xwe qadên aboriyê didin afirandin. Jinên ku tu derfetên wan yên xebatê tune ne ji bo aboriya xwe bi dest bixin serî li altarnatîfan didin û bi her awayî debara xwe dikin. Jina bi navê Nezehat Îpeker a 47 salî li kolanên Êlihê bi tezgaha bergeyan bi dilgeşî debara xwe dike. Nezehat bergeyên bi destên xwe teşe dane wan li ser tezgaha ku li ber deriyê mala xwe bi cih kiriye difiroşe. bergên Nezehatê ji aliyê ciwanan ve jî rastî alaqeyek mezin tên.

Ev 30 sale bergeyan çêdike û difiroşe

Nezahata ku li ber tezheha xwe morîkan bi ta ve dike û neqşan çêdike diyar kir ku ev 30 sal e bergeyan çê dike û ciwanan keyfxweş dike. Nezehat di sala 1969'an de li Eskîşehîrê ji dayik dibe. Piştî ku Nezehat dizewîce bi hevjinê xwe re derbasî bajarê Êlihê dibe û li wir jiyana xwe berdewam dikin. Nezehata ku du zarokên wê hene debariya mala xwe bi tezgeha bergeyên morîkan dike. Nezehatê destnîşan kir ku ew ji dayika xwe ferî çêkirina bergeyan bûye û ji zarokatiya xwe heya niha jî çêdike. Nezehatê piştî ku bi prefesyonelî bergeyan çêdike ji bo çavkariya debariyê bikar tîne û difîroşe.

'Bi karê xwe gelek kêfxweş im'

Nezehatê anî ziman ku ew bi firotina bergeyan gelek kêfxweş e û got ku heya jin aboriya xwe bi dest nexe azad nabe û nabe xwedî maf. Lewra divê jin di serî de pirsgireka xwe ya aboriyê çareser bike. Nezehatê desnîşan kir ku ew tu çarî ji aliyê aboriyê ve nebûye koleya mêr, bi derfetên xwe li ser piyan sekîniye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rewşa malbata min ji aliyê aboriyê ve ne baş e. Em ne karmendin jî. Lê em afrîner in û heya niha bi afrîneriya xwe li ser piyan mane. Gelek kesî karê kum in dikir wek şerm dîdit lê min qet wiha nedît û tişta min jê bawerkir berdewam kir. Niha jî bi karê xwe gelek kêfxweş im."

'Bila jin li ser piyên xwe bisekinin'

Nezehatê bilêv kir ku heya jin çavên xwe berdin destê mêr nikarin bibin xwedî maf û dê mafên wan ji aliyê mêr ve bên binpêkirin. Nezehatê bang li hemû jinan kir ku bi keda destên xwe aboriya xwe pêk bînin û li ser piyên xwe bisekinin.

(ho/mk)