Jin dibêjin: Êdî em li her qada jiyanê henin

09:15

Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ- Şêranîgeha 'Adar' ya ku di encama xebatek kolektîf ya jinên kurd û ereb de hatî vekirin, li nava bajêr rastî eleqeyek mezin tê. Jinên ku li şêranîgehê dixebitin diyar kirin ku êdî ew ne tenê li nav zevî û baxçeyan de, di heman demê de li her qadê jiyanê henin.

Jinên kurd û ereb yên bajarokê Çilaxa ya girêdayê bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê, bi armanca bi hêzkirina aboriya serbixwe di 2'ê adarê de Şêranîgeha bi navê 'Adar' vekirin. Şêranîgeha ku bi keda kolektîf ya jinan hatî vekirin, li bazara bajêr rastî eleqeyek mezin tê û ligorî şêraniyên din erzan tên firotin.

'Jin êdî li bazaran jî aktîf bû'

Rêvebera şêranîgiha Adar Emîne Şamo kombûna jinan di qada aboriya serbixwe de pêşketineke girîng dibîne û wiha got: "Me di serî de kooperatîfa jinan birêxistin kir û di encama nîqaşan de jî me biryara vekirina şêranîgeheke jinan da. Îro em pir kêfxweşin ku berhemên jinê ji nû ve têne afirandin. Demên borî piranî me karê zevî û bexçeyan dikir. Lê êdî em li bazarê jî gelek aktîfbûne. Ev yek jî di encama şoreşê de pêşket. Jinên bajêr jî gelek erînî li xebata me dinêrin û kêfxweşin. Ew bi rihetî dikevin şêranîgehê, ji ber wek cihê xwe dibînin. Em ê heya dawiyê bi rihek hevgirtî û kolektîf xebatên xwe bidomînin."

'Em ne mecbûrin destê xwe dirêjî mêran bikin'

Xebatkara şêranîgeha Adar ya ereb Xewla Silêman bi lêv kir ku ew xebata şêranîgehê ji bo xwe wek firsendek û xewnek dibîne. Xewlayê da zanîn ku ew li nava bazarê dixebitin û got k ev yek ji bo civaka ereban nûbûneke nîşan dide û wiha pêde çû:"Dema me biryar da ku şêranîgeheke xweser vekin, herkesê digot ku jin nikare van karan bike. Îro em pêdiviyên xwe û malbata xwe bi rêya vê şêranîgehê pêşwazî dikin. Em ne mecbûrin destê xwe dirêjî mêran bikin."

Xewla Silman ji jinan bi taybet jinên Ereb dixwaze ku li beramberî pêşdarizî û astengiyên civakê li berxwe bidin û projeyên civakî pêşbixin.

(en/rc)