Jinên Kobanê sûdê ji berhemê xwe digrin

12:23

JINHA

KOBANÊ - Jinên Kobanê bi awayeke kolektîf dest bi çinandina zeviyên xwe kirin.

Li Kantona Kobanê ku çandinî wek çandeke sereke û çavkaniya aboriyê ye, jin vê carê bi aweyeke kolektîf û komîn karên çandiniyê pêşdixin, bi heman awayê jî berhemên zeviyên xwe diçinin.

Wek xebata aboriyê ya Kongreya Star ku bi Hêzên Parastina Jinê (HPJ) û Mala Jinê re hevbeş pêşxistine, 100 hektar erdê çandiniyê hate çinîn. Di vê xebatê de 32 jin bi rengek kolektîf li gundê Kespîşik ya 10 km. dûrî navenda bajar e, cih girtin. Jinan nîsk kom kirin, ew kirin tûran de û ji bo firotinê şandin sûkê.

Rêvebera HPJ'ê Cemîle Faris diyar kir ku wan bi xebateke hevpar ya bi endamên Kongreya Star re erd çandine û niha dema çinînê ye û wiha domand: "Projeyên me yên ji bo pêşerojê jî hene. Jin bingeha çandiniyê daye destpêkirin û li vir çandeke sereke ev xebate. Ji sedî 10 para sûda ji vê çandiniyê ji jinan re digihîje û yên bi ser de bimîne jî dê ji malbatên şehîdan û yên hejar re were dayîn."

Cemîleyê ji jinan xwest ku hîna bêtir bi hev re bibin alîkar û got: "Em ê bazirganî û çandiniya jinê hîna berfirehtir bikin."

(ze-mr/rc)