Kooperatîfa STAR'ê rastî eleqeyek mezin tê

09:06

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ- Li bajarê Amûdê kooperatîfa STAR ya jinan, ku di bin bana Şaredariya Gel de hatiye vekirin û cilûbergên gelêrî didrû rastî eleqeyek mezin ya jinên bajêr tê.

Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê di bin bana Şaredariya Gel de Kooperatîfa STAR di 7'ê adarê de hat vekirin. Kooperatîfa ku cilûbergên gelêrî didrû rastî eleqeya jinan tê. Rêveberiya Şaredariya Gel ya bajarê Amûdê Coza Îsmaîl têkîdarê xebat û projeyê xebatê jinan de agahî da û diyar kir ku ew bi armanca zindîkirina çanda kurdî kooperatîfa STAR'ê vekirine û got ku, di rojên taybet wek Newroz û hwd. de gelek serdanê jinan çêdibe.

'Bi her rengî û modelî cil tên dirûtin'

Cozayê anî ziman ku, wan ji bo nû de jîndina çanda kurd projeyek wiha pêşkêş kirine û wiha got: "Me ev proje pêşkêşê Heyeta Şaredariyan kir û hate pejirandin. Ji 7'ê adara îsal ve kooperatîfa STAR'ê vebûye û jin tê de dixebitin. Me ji sûka Amûdê û Qamişlo û hinek jî ji başûrê Kurdistanê qumaş anîn û dane dirûnxaneyên Amûdê û Qamişlo. Her reng model têne dirûn. Di demeke kin de jî ji hêla jinan ve rastî eleqeyek mezin hat. Jin ji bo rojên taybet hem cilan distînin hem jî kirê dikin."

'Cafeyek xweser ya jinan dê were vekirin'

Cozayê da zanîn ku ew li gorî werzan cilên gelêrî didrûn û wiha domand: "Em li gor werzên salê ango germa û sermayê qumaş tînin û didirûn. Ev yek bi xwasteka jinan pêk tê. Mînak di werza havînê de rengên vekirî û qumaşên tenik em bikar tînin. Di werza zivistanê de jî qumaşê qalind û rengên tarîtir têne tercîhkirin." Cozayê destnîşan kir ku, ew tenê bi vê projeyê re teng nemane û hin projeyên din jî ji bo jinan amede dikin û ev agahî li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin projeya xwe berfirehtir bikin, niha hin pirsgirkên me yên aborî hene, lê belê em dixwazin cafeyek xweser ya jinan ku ji du qatan pêk tê avabikin. Qata jorê cihê xwandinê û ya din jî cihê sohbeta jinan be. Dîsa em ê darên zeytûnan biçînin û jin dê li wir kar bikin."

'Her roj kirîna cilên gelêrî zêdetir dibe'

Jina bi navê Beyan Izedîn ya ku li kooperatîfê dixebite bi lêv kir ku, ew sê mehe li kooperatîfê dixebite û wiha axivî: "Her roj kirîna cilên gelêrî zêdetir dibe. Bi taybet bi nêzîkbûna cejn û rojên taybet bêtir elaqe heye. Em ji saet 9'ê sibê heya 1'ê dixebitin, piştî navberek saet 5'ê heya 9'ê êvarê kooperatîf vekirî dimîne. Gelek jin hene tên cilên gelêrî kirê dikin. Ew naxwazin bikirin û dirûnê re mijûl bibin, yekser tên û li vir cilên ku jê hez dikin, digirin. Ev yek jî wan kêfxwşe dike. Ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye ku jin wiha cilên gelêrî re elaqe nîşan didin."

(en/rc)