Li vir pere têr nake: Bi Piştevaniya Mor re Şahiya Teqesê dest pê kir

09:02

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Jin bi şîara 'parve bike, bikene, bide kenîn' hatin cem hev û li Edeneyê Şahiya Teqesê pêk tînin. Li ser van tezgahan pere derbas nabe û alavên ku hewcedarî pê tine tê dayîn û li şûna wê alavên hewcedarî pê heye tê girtin. Vê organîzasyonê Jinên Piştevaniya Mor dike.

Li Edeneyê bi armanca ji bikarhêneriya kapîtalîst re bêjin 'bese' şahiya Teqesê ya bi şîara 'Parveke, bikene û bide kenandin' tê pêkanîn. Li navçeya Yuregîr a Edeneyê li hember Ocaxa Tenduristiyê ya Yamaçli tezgahên teqesê hatine vekirin û rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Jin alavên li mala xwe bikarnaynin tînin ser tezgahan û bi alavên ku diecibînin re diguhertin. Alavên li tezgahan tên komkirin jî dişînin ji malbatên xizan re.

Dixwazin her dayîm bikin

Endama Piştevaniya Mor Derya Çîçek Narê têkildarî şahiyê de axivî û got: "Em jin dixwazin jiyana komkunal û kolektîf xurt bikin. kapîtalîzmê em hemû kirine kole. Ji bo em ji vê pêşveçûnê re bêjin bes e me ev pêk anî."

'Parveke, bikene, bide kenandin'

Deryayê wiha got: "Ji bo pêşî li kapîtalîzmê bê girtin me xwest em vê xebatê din av jinan de bikin. Li gelek deveran bi taybet li herêma Antakyayê zêde tê kirin. bi vî awayî ji malbatên di zorê de ne dibin alîkar.

Deryayê got armanceke din ya Şahiyê eve ku bi bajarên Rojava û Kurdistanê re bikevin nava piştevaniyê û got divê hemû jin piştgiriyê bidin kampanyayê.

(hu)