Bi raporek rewşa jin ya li Îranê hat aşkerekirin

09:08

Soma Mehabadî/JINHA

MEHABAD - Li gorî rapora Rêxistina Cudakariya Zayendî ya Cîhanî, di encama lêkolînek de diyar kir ku, ji nav 142 welatên cîhanî de rêjeya başdariya jinan ya di qada aboriyê û siyasî de ji sedî 18'ye û hat gotin ku li Îran rewş ji salên bihorî xirabtir bûye.

Li gorî rapora Rêxistina Cudakariya Zayendî ya Cîhanî (The Global Gender Gap Report) hat diyar kirin ku ji bo encama rêjeya cudahiya zayendî derxin holê, ew li ser jin, zagon û bazara kar lêkolîn li 142 welatên cîhanê pêk anîne. Yek ji mijarên sereke ya di raporê de hatî ziman, mijara cudahiya di qada hilberînê ya li Îranê ye.

Ligel ku li Îranê hilberinek mezin jin pêk tîne di encama salek de derket holê ku jin li Îranê di salakê de 4 hezar û 787 dolare qezenc dikin. Mêr jî 27 hezar û 774 dolar. Di rêjeya lêkolînê de derket holê ku di qada aboriyê de jin ji sedî 18'e cihê xwe digre.

Herweha jin di aliyê siyasî de jî xwedî statoyeka lawaze. Li gor wê jî di asta beşderiya jinan di perlementoyê de rêjeya Îranê di 139'an deye li cîhanê de.

Her wiha di rapora Rêxistina Cudakariya Zayendî ya Cîhanî de hat diyar kirin ku, cudahiya di navbera jin û mêran de li gelek welatan li gorî salên borî de baştir bûye lê li Îran rewş gelek xirabe. Ev jî bandora xwe li ser tevahî qadên jiyanê kiriye. Bi taybet jî di qadên aborî, siyasî û tendrûstî ev gelek ber bi çave û bandorek neyînî daye avakirin.

Lêkolera Aborî Seîde Şefîî têkîldarê raporê de wiha gotiye: "Ji 142 welatan Îran di rêjeya 141'an daye, ev jî wek xeteriyek ji bo pêşeroja vî welatiye."

Roja Şemiya bihorî jî bi raporek li Îranê rêjeya bêkariya hatibû aşkere kirin û hatibû gotin ku rêjeya bêkariyê li Îranê milyonek û nîvê derbas dike.

Li Îranê jî Navenda Amar(bîlanço) jî di rapora xwede destnîşan kiriye ku piştî hikûmeta Ruhanî hatiye ser desthilatdariyê rêjeya bêkariyê pir zêde bûye. Li gor raporê dinav 4 salan de rêjeya bêkariyê di vî welatî de ji nîv milyon zêdetir bêkarî zêde bûye. Ev jî dike ji %12.2 dinav çar salan de. Karnas jî pêşbînî dikin ku ji bo sala 2021'an wê rêjeya bêkarî bigêje sedî 21'an.

Jinên ku li Îranê dixebitin sûdê ji xebatê nagrin. Ji ber siyasta kar ya komara Îranê di her qadê de cudakarî dixe navbera jin û mêran de. çalakvanên jin jî li hember hilweşîna aborî têkoşînê dikin û dixwazin aboriya wekhev avabikin. Li Îranê jin piranî di xebatên pîşesazî û berhem anînê de kar dikin. Li ser cudahiya kar jî çendîn car çalakî kirine. Herweha jin li cihê kar rastî şîdetê tên. Li gor amarên fermî di sala bihorî de zêtirî 50 hezar jin ji cihê kar hatibûn avêtin. Gelekk jin ji ber ducanî bûn ji kar hatin avêtin.

(şb/rc)