Jinên Dersîmê bi projeya ‘Bostanê xwezayî’ hilberîna xwezayî dikin

09:06

JINHA

DERSİM - Li Dersimê ji bo ku hilbêrîna hevpar bê berdwamkirin xebatên Gerînendetiya Polîtikaya jinan berdewam dikin. ’Bostanê xwezayî’yê ku ji aliyê Hevseroka polîtikaya jinan Ayten Kordu ve hat çandin ji bo xebta li bostan her ku diçe xebatkarên dildar zêde dibin. Hevseroka Polîtikaya jinan Ayten diyar kir ku ji xebata li bostanan armanc jiyanek komûnal bû.

Li Şaredariya Dersimê meclîsa jinan bi projeya ‘Bostanê xwezayi’ jiyanek komûnal dide meşandin. Jin ji bo ku li bajêr hilbêrina xwezayi û jiyana komûnal berdewam bike di meha avrêlê de bi projeya ‘Bostana xwezayî’ bi tovê xwezayî çandin kir. Li hemberî vê projeye her ku diçe xebatkarên dildar zêde dibin. Armanca jinan ji vê projeye ew e ku bankaya tovên xwezayî vekin.

‘Xebata me ne ji bo aboriyê bi temamî ji bo pêşxistina çanda komunal e’

Gerînendeya Polîtikaya jinan Ayten Kordu diyarkir ku,ew li gel ‘Bostanê xwezayi’ tovên xwezayî û yên nû hildiberînin û got ku, ew ji bo tovan gûbreyê kîmyasal bi kar naynin, gübreye wan bi tevahî xwezayî ye û wiha axivi; “Armanca xebata me ew bû ku bi temamî tovên xwezayî bi destê jinê derbixîn holê û me bi vê yekê jiyana komûnal ji civakê da naskirin ji bo ku jê sûdê bigire. Xebatên me yên bi vî awayi berdewam dikin. Hİlberînina ku em ji bostan digrin jî em li kesên ku derfetên wan ên aborî kemin û li kesên pîr û kal yên ku nikarin hilberînê bikin belav dikin.”

‘Hedefa me Kooperatîkbûnê’

Aytenê bilêv kir ku ew pereyê ku ji bostan tê qezenc kirin tê komkirin û ji bo projeyên jinan dê bê bikaranîn û wiha pê de çû;”Ev xebata xwe ji bo ku em tovê xwezayî karibin jê hilberînin me di meha avrelê de da destpêkirin. Ew zebzeyên ku em kom dikin jî em li kesên rewşa wan ne baş belav dikîn. Gava ku me dest bi xebata Bostan kir me li ser hişmendiya mêr gengeşî kir. Wan di got jin nikarin bikin hêza wan tune ye. Lê me jinan ev yek vala derxist û em bi ser ketin.

‘Em bi dildarî tevlî xebatê bûn

Şehrîban Gûrel ya ku bi dildarî tevlî xebatên Bostan bûye jî ani ziman ku bi jinan re xebat meşandin kelecanek cûda dide wê û wiha got:”Em xebatkarên Şaredariyê bi dildarî tevli vê xebatê bûn. Em li vir hevpariya jinan û piştgiriya jinan dibînin. Em heftiyê 2 caran tên li vir dixebitîn û em hilberîna xwe li kesên ku pêdiviya wan pê heye belav dikin.

(zyd-be/mk)