2'yemîn Firina jinan a Adar li Dêrikê hat vekirin

11:30

JINHA

DÊRIK- Di çerçoveya projeyên Komîteya Navendî ya Aboriya ya Kongreya Starê li bajarê Dêrikê firina jinan a Adar vebû.

Di çarçoveya pêşxistina aboriya jinan li rojavayê Kurdistanê Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star projeyên xwe didomîne. Li gundê Beroj a ser bi herêma Koçeratan ya bajarê Dêrikê ji bo jinan firina bi navê Adar hat vekirin. Di çerçoveyê xebatê de ev duyemîn firine tê vekirin. Di merasîma vekirina Firina Adar de jinên xebatkar, endamên Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star, rêveberên Kongreya Star a bajarê Dêrikê û niştecihên gundê Berojê amede bûn.

Rêvebera Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star Delal Efrîn axivî û diyar kir ku proje bi destên jinan hatiye sazkirin û ew dixwazin xwe bixwe birêve bibin û wiha got: "Ev proje ji qezenca madî wêdetir, bi hedefa ku jin di qada aborî de cih bigire, pêşketiye. Em ji jinan re serketin dixwazin û hêvîdarin ku ev proje bi serkeftî pêş bikeve."

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Dêrikê Heyfa Ebdî jî ev tişt got: "Jin dê bikaribe xwe di her warî de serbixîne. Em jî wek Kongreya Star piştgiriya vê projeyê dikin."

Piştî axaftinan benê sor ya deriyê firinê ji hêla dayika bi navê Fehîma Silêman ve hate birîn û jinan li ber stranên herêma koçeratan govend gerandin.

Di firina Adar de dê 20 jin xebat bidin meşandin û hat raghandin ku ew ê jin bi aweyek 4 koman xebatê firinê bidin meşandin.

(lç/en/rc)