Jinên Rojava pêşengiya jiyana xwe dikin

09:06

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR– Jinên ku piştî şoreşê di qadên aborî de cih girtin diyar kirin ku, bi tevlîbûna xwebatê jiyana wan hatî guhertin û gotin ku êdî ew debara xwe bi xwe pêk tînin.

Li rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşê re jin li her qadê jiyanê xwe bi rêxistin dikin û bi taybet jin ji bo xweseriya aborî di nava têkoşînê de ne. Jina bi navê Bedîa Silêman diyar kir ku ew dixwaze bi keda hebe û wiha got: "Sala borî min firoşgehek vekir. Armanc avakirina xweseriya aboriye û tevlî xebatê bûyîne. Li mala xwe jî sewalan xwedî dikim û ji şîrê wan mast û penîr çêdikim û difiroşim."

'Eger mirov bixweze dikare bike'

Bedîayê anî ziman ku, eger mirov bixwaze bixebite dikare bixebite û wiha domand: "Li Rojava derfetê xebatê ji bo jinan hatî dayîn. Wek jin em ê dev ji axê xwe jî bernedin. Ez axê xwe nadim malê dinê. Divê mirov xwedî li keda xwe derkeve. Li vir têkîliya wekheviya gelan germe. Em ji hev hez dikin û ji bo pêşketina bajarê xwe jî ked didin."

'Divê jin her şetê de xwedî li xwe derkeve'

Riwêda Remezan ya ku hevjînê wê di berxwedana şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dayî destnîşan kir ku, divê jin di her şert û mercê de xwedî li xwe derkeve û wiha axivî: "Ev saleke, min firoşgeh vekiriye. Hem dixwazim wek jin xweseriya xwe ya aborî pêk bînim hem jî zarokên xwe bêy ku muhtacê kes bibin mezin bikim." Riwêdayê her wiha bal kişand ser koçberiya ji welat û wiha pêde çû: "Tu kes bila nebêje ji bo xwe xwedîkirinê ji welat derketime. Ev hicet e, mirov bixwaze xebat bike, dê bike û tiştek li pêşiya wan nabe asteng."

'Jin dema kar dike pêşdikeve'

Rojîn Îsmaîl jî ya ku dayika 4 zarokane, bi dirûnê cilan debara xwe pêk tîne wiha got: "Ev du sale min ji xwe re firoşgeha cilan vekiriye. Ez hem cilên amede difroşim, hem jî dirûnê dikim. Ji ber ku gelek jin hene dixwazin cilên li gorî herêm û çanda xwe li xwabikin. Gelek caran jinên ereb, cilên kurdî dixwazin, ew bi xweşikiya cilên kurdî bandor dibin. Ez pêdiviyên xwe ji bajarê Hesekê an jî Qamişlo pêk tînim.10 sale ez dirûnê dikim. Li gor min dema jin kar dike, xwe jî pêş dixe û bandorek baş li ser civakî jî dike."

(en/rc)