'Têkoşîna me wê zehmet be lê azadbûna jinê şert e’

09:11

Dîlan Babat / JINHA

WAN – Besra Samî ku li Mukusa Wanê dijî li dijî ferzkirinê civakê îstîhdama xwe ava kir û esnafiyê dike. Besrayê got: “Bi salane em li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin. Têkoşîna me wê zehmet be lê şerte ku jin di qada aboriyê de azad bibe.”

Li Kurdistanê jinên rolên zîhniyeta serdest a mêr ferz dike, qebûl nakin, li dijî pergala feodal têkoşîna xwe berdewam dikin. Besra Samî ya li navçeya Mukusa Wanê dijî, rolên ku civak li jinan ferz dike red dike û li navçeyê tevî hemû zextan esnafiyê dike. Besrayê tevî derfetên qels, destpêkê odeyeke mala xwe dike dukan û îstîhdama xwe ava dike. Besra rastî gotinên wekê ‘Jin nekare biçe sûkê, ji mêr re xizmetê dike’ tê lê tevî van gotinan xebata xwe berdewam dike.

‘Min hewl da vê zîhniyetê têk bibim’

Besrayê da xuyakirin ku piraniya muşteriyên wê jinên li gundên derdorê dijîne û got ev jin piştre ji aliyê hevjînên xwe ve rastî heqeretan tên. Besrayê wiha berdewam kir: “Mêr nahêlin jin ji min dan û standinê bikin. Ji bo jin neyên cem min her tiştî dikin. lê min serî netewand. Min hewl da vê zîhniyetê hilweşînim. Jinên li saziyê navçeyê dixebitîn, ji dukan min dan û standin dikirin. Jinên ji gund dihatin ev dîtin û wan jî dan û standin kirin.”

‘Rastî heqeretan hatim’

Besrayê di berdewamiyê de bi lêv kir k udi nava demê de bi avabûna şert û mercên aborî re li navenda sûkê mexeze vekiriye, lê vê carê jî rastî heqeretên esnafan hatiye. Besrayê got: “Digotin te dukan vekiriye, ev jî têr nake, te li pêş pozê me vekiriye.Heta min dukan vekir, jinên vir nedizanî sûk çiye. Jin niha bixwe bawerin. Dixwazin hinek tiştan bikin. divê hinek ji wan re bibe mînak. Li vir zîhniyeta feodal serdetse. Kêm be jî min ev hinek şikest. Lê heta ev bi tevahî bê şikandin ezê têbikoşim.”

Besrayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bila jin bi xwe bawer bin û got şerte ku jin di qada aboriyê de azad bin.

(dc/hu)