Jinên Til Temirê di qada aboriyê de jî rengê xwe dan der

09:23

Sorgûl Şêxo-Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR- Jinên bajarê Til Temirê ji bo aboriyê xwe serbixin xebat didin meşandin diyar kirin ku, divê jin xwe muhtacê mêr nekin û cihê xwe di qadên aborî de bigrin.

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jin di qada aborî de rengeke diyarker e. Herçend ji bo wan tecrûbeyeke nû be jî, bi vê heyecanê kareke serkeftî dikin. Şemsa Ezîz (80) dayîka 12 zarokan e û di firoşgeheke piçûk de kedeke mezin dide. Şemsayê diyar kir ku, ew ji karkirinê hez dike û bi her awayî dixwaze kar bike û wiha got: "Du sal dibe min ev dikan vekiriye. Ez ji kar aciz nabim, ger min bişînin eniya şer jî ez ê alîkariya şervanan bikim û xwarina wan jî amade bikim."

'Hin kes bin navê kar tune diçin Ewrûpayê'

Şemsayê anî ziman ku li Rojava gelek xebat hene ku mirov bike û wiha domand: "Êdî gelek pirsgirêkên av û elektîrîkê li Rojava çareser bûne û kar heye. Hin kes di bin navê ku kar tune ye direvin Ewrûpayê. Ev yek ne raste."

'Divê jin xwe muhtacê mêr neke'

Emel Dawê jî diyar kir ku, ew hem mamosteye hem jî li firoşgehê dixebite û wiha axivî: "Ez danek diçim perwerdehiyê didim danê din jî li firoşgehê dixebitim. Li gor nêrîna min jin bi hezkirin ku kar bike dikare rengeke xweşik bide jiyanê û civakê." Emelê da zanîn ku ew pêdiviyên firoşgehê ji bajarên Amûdê, Qamişlo, Dirbêsiya yan û Hesekê pêşwazî dike.

Emelê bi lêv kir ku, amûrên firoşgehê ji aliyê kiriyaran ve rastî eleqeyek mezin tê û wiha pêde çû: "Ez wiha xwe xwedî dikim. Debara xwe û malbata xwe dikim. Jin dikare her karekê bike. Li gor nêrîna min jin divê xwe muhtacê mêr neke û di qada aborî de zêdetir cih bigire."

(en/rc)