Hilberînên paqijiyê yên markeran êdî ji jinan tê pirsîn

09:26

Vîldan Atmaca-Hîkmet Tunç /JINHA

WAN – Jinên di bin bana Koperatîfa Xavesor ya girêdayê Şaredariya Payizava hilberînên paqijiyê hildiberînin wê hilberînên bi navê EKO-JIN derkevin li marketan bê firotin.

Şaredariya Payizava ya Wanê xebatên xwe yên ji bo îstîhdama jinê berdewam dikin. Şaredarî ku di xebatên jinan de îmzeyê davêje gelek xebatan li aliyekî qadê îstîhdamê yên nû vedike û li aliyê din jî projeyên ku jinan dide xuyakirin hildiberîne. Şredarî niha di bin bana Kooperatîfa Jinan a Xavesor de hilberînên paqijiyê hildiberîne. Li şûna hilberînên luks ku li marketan tê firotin û nayê zanîn di çi tê de hatiye b ikaranîn, ev hilberîn wek alternatîfin û jin wê êdî bizanin li ku hatine çêkirin û çi têde hatiye bikaranîn. Di vê çarçoveyê dest bi çêkirina alavên paqijiyê hatin kirin. Hilberînên bi destê jinan hatine çêkirin dîsa bi destê jinan hatiye etîketkirin û ji bo firotinê amade ne. Hilberînên wê bi navê EKO-JIN derkevin, yên wekê ava camê, sabuna firakan, sabuna destan a avî, ava cilan, ava paqijkirina kirêcê ye.

‘Buhayê wan wê kêm be’

Derya Kanber ku di hilberîna alavan de cih digire têkildarî hilberînê çêkirine de agahî dan. Deryayê got: “Ez û sê hevalên din di çêkirina alavan de dixebitin. Me destpêkê sabuna avî çêkir. Li gel vê ava paqijkirina kirêcê, ava cilan, ava camê çêkir. Piştre emê sabuna firakan çêkin. Piştî çêkirinê emê paqêk bikin û li marketan pêşkêş bikin. Em hewl didin van li gund û taxan jî bifroşin. Hîna bûhayê hilberînên me ne diyarin. Lê wê bûhayê wê erzan be. Em hedef dikin ku her kes bi buhayek erzan bikarbîne.”

'Rêjeya kîmyewî hatiye kêmkirin’

Deryayê bi lêv kir ku di hilberînan de rêjeya kîmyewî hatiye kêmkirin û got: “Di demên pêş de emê sabunên nebatî jî derxînin. Ligel vê emê rûnên lênerînê, rûnê kunciyan, lîmon û arganê derxin. Em destpêkê plan dikin ku melhemên çerm, rûnê argan û vazelînê çêbikin.”

Deryayê bi lêv kir ku hilberînên paqijiyê ligel endezyar û kîmyageran çêkirine û destnîşan kir ku piştî hilberîn hatin çêkirin wê pakêt bikin û pêşkêşî xizmeta gel bikin.

Deryayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şertên xebatê ne zehmetin. Em jin hem hildiberînin û hem jî bikartînin. Em sibehê saet di 09.00’an de tên vir. Di 15.00’an de karê me diqede. Rojekê em hildiberînin û roja din em pakêt dikin. Ji marketê kirîna van hilberînan hestek cudaye. Dema em dixebitin em zêdetir bixwer bawerin. Em gelek kêfxweşin.”

(ng/hu)