Jin li dijî maxazeyan di bazara alavên kevn de tên cem hev

09:07

Habîbe Eren/JINHA

ENQERE- Jinan li Parka Abdî Îpekçî ya Sihhiyeyê bazara alavên kevn vekirin. jin di vê bazarê de alavan bi buhayekî kêm difroşin û bi vê rê debara xwe dikin.

Jinan li Parka Abdî Îpekçî ya Sihhiyeyê bazara alavên kevn ya alternatîf ava kirin. Bazar hefteyê rojekê tê vekirin û jin alavên li malê nayên bikaranîn li bazarê difroşin. Ji her temen û pîşeyê jin li bazarê cih digirin.

Hatîce Yilmaz ya 50 salî li bazarê tezgah vekir. Hatîce kedkara malê ye û sê zarokên wê hene. Hewcederiya zarokên xwe yên diçin zanîngehê bi vê rê çareser dike. Haticeyê got: "Ez di heman demÊ de krediyê didim. Ev bazar jî ji bom in başe." Haticeya ku bi 50 kuruş û 1 lîrayê cilên kevn difroşe, balê dikişîne ser piştevaniyê. Haticeyê da zanîn ku hatina vir ne pir be jî her kes beramberê keda xwe digire.

'Bila jin ji kolanan netirsin'

Şerîfe Ozturk ya 51 salî jî ev 25 sale bi karê bazarê re mijul dibe û ew jî ji zabiteyan gazinc dike. Şerîfeyê got zabit ali pêş wan dibin astengî û got: "Em bi keda xwe li vir pere qezenc dikin. Bila ti kes ji kolanan netirsin. Ez ji 28 saliya xwe heta niha dixebitim. Ez ji xebatê pir hez dikim."

Perîhan Kunter jî got ew du zarokan dide xwendin û got bi maeşa teqawîtbûnê nekarin debara xwe bikin û got vî karî dike.

Ayşe Yilmazê jî got zabiteyan destpêkê pirsgirêk derxistine û piştî jinan bertek nîşan daye pirsgirêk hatiye çareserkirin.

(hu)