Jinan xebatên kooperatîfên çandinî û sewaldarî nîqaş kirin

18:21

JINHA

QAMIŞLO- Komîteya Navendî ya Aboriya Jinê a Kongreya Star îro cîvîna kooperatîfa sewaldarî û yê çandiniyê li dar xist.

Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi armanca nirxandinê xebatên aborî û kooperatîfan Komîteya Navendî ya Aborî ya Kongra Star civînek pêk anî. Di civîna kooperatîfa sewaldarî de ya ku sibê pêk hatî de nîqaşên berfireh hatin kirin û 28 endam tevlî civînê bûn. Di civînê de pirsgirêkên kooperatîfa sewaldariyê hatin nirxandin û jinan biryarên xurtkirina xebatên kooperatîfa sewaldariyê girtin. Têkîldarê mijarê Endama Komîteya Navnedî ya Aboriya Kongreya Star Medya Qamişlo da zanîn ku wan li gor berê derfetên hîna baştir ji bo xwedîkirina sewalan avakirine û ew dixwazin vê pêngava xwe pêşdetir bibin. Di dawiyê civînê de du rêveberên nû yê kooperatîfa sewaldariyê hat diyar kirin.

Her wiha di civîna kooperatîfa çandiniyê ya ku li navçeya Qamişlo Hîmo hatî li darxistin de endazyar amede bûn. Li vir jî bi tevlîbûna Hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Cizîrê Hevrîn Xelef, Rêvebira Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star Delal Efrîn û rêvbera kooperatîfa çandiniyê Lêman Hisêno civîn pêk hat. Civîn bi nîqaşa li ser çandiniyê û çawaniya pêşxistina wê dewam kir. Jinan diyar kirin ew ji bo pêşxistina aboriya welat divê hîna bi zanebûn û berfirehtir xizmet bên kirin. Di civînê de Delal Efrîn têkîldarê girîngiya pêşxistina aboriyê got, "Di hin cihan me pir gav avêtine, lê ev gav li gor xwesteka me hîna lewaz in. Di her sê Kantonan de me xwe bi rêxistin kiriye û xebatên me dimeşin. Niha endazyarên me di aliyê teorî de dizanin û têgihiştîne lê di warê pratîkî de hîna nekarîne bikevin nav xebatê. Ji bo ev derbas bibe endazyarên me berpirsyarin."Di dawiyê de Delalê bal kişand ser rêxistinbûnê di nava xebatê de û wiha domand, "Divê li hember xebatê her kes bi berpirsyarî tev bigere."

Di dawiyê civînê de girîngiya perwerdeya ji bo endazyaran re jî hate destnîşankirin û hate xwestin ku perwerdeyek taybet bi endazyarên jin re bê dayîn.

(lç/en/rc)