Berhemên kedê destê jinan derbasî dezgehên bazarê bûn

09:14

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR- Li bajarê Til Temir baxçeyên ku bi pêşengiyê jinan û organîzeyê Kongreya Star hatibûn çandin, berhemên wê derbasî dezgehên bazarê bajêr dibin. Jinên ku bi kêfxweşî berhemên baxçeyê berhev dikin ji bo gihandina bazarê radestî Komîna Şehîd Hêvîdar ya jinan dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê jinên ku pêşengiya avakirinê jiyanê û civakê dikin, bi xebatên komînal rengekê jiyanê geştir dikin. Kongreya Star ji bo pêşxistina aboriya komînal li gelek bajarên Rojava projeya çandiniyê pêş xist. Yek ji van bajarên ku bi ked û pêşengiya jinan rêve diçe bajarê Til Temir a kantona Cizîrê ye. Jinên bajarê Til Temir ku bi mihane baxçe diçînin û xwedî dikin, êdî sûdê ji berhemên xwe dibînin. Jinan berhemên ku berhev dikin, ji bo gihandina bazarê radestî Komîna Şehîd Hêvîdar a jinan dikin.

'Em sûdê keda jinan dibînin'

Têkîldarê xebatê Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temir Gulîxan Tahîr nirxandin kir. Gulîxanê diyar kir ku xebatê çandiniyê li jêr sîwana komîteya aborî ya Kongreya Star rêve diçe û wiha axivî, "Jin bi kedek mezin di bexçe de kar kirin û niha jî em sûdê kedê jinan dibînin. Niha em berhemên bexçeyê xwe dibin Komînên jinê û li wir bi buhayeke erzan difroşin. Di bingeh de armanca me ew e ku em bikaribin bi kooperatîfên çandiniyê ji gel re alîkarî bikin."

'Serkeftina vê koopratîfê bi keda jinan pêk hatiye'

Endama Mala Jinê Fatma Mihemed jî da zanîn xebatên kooperatîfên çandiniyê bi serkeftî encam daye û wiha pêde çû, "Em pir kêfxweşin bi vê serkeftinê re. Ji ber ku destpêka xebatê kooperatîfê, gelek mêr digotin ew ê xebatê we bi encam nebe. Lê îro hêza jinan diyar kir ku di qada aborî û çandiniyê de jî jin bi serkeftî xebatê xwe rêvebir. Ji ber aborî û çandinê bi destê jinan pêşket di dîrokê de. Jin niha bi xebatê komînal ji nûde zindî dike. Serkeftina vê koopratîfê bi keda jinan pêk hatiye."

(hs/rc)