Li Çukurovayê hêjîra bi dirî ji tezgaha Fatmayê tê girtin

09:13

Fîlîz Zeyrek/JINHA

MERSÎN- Fêkiya havînê hêjîra bi dirî, çavkaniya debarê ya gelek kesane jî. Fatma Gur ya 56 salî ev 30 salin hêjîrên bi dirî difroşe û hem tevlî jiyana xebatê dibe û hem jî şifayê li dora xwe belav dike.

Fêkiya hêjîra bi dirî din ava gel de bi fêdeyên xwe yên ji beden re tê zanîn. Fêkiyek havînê ye. Fatma Gur ya 56 salî ev 30 saliye şifayê ji gel re belav dike û pê debara xwe jî dike. Fatma dayika 4 zarokane û got: “Min zarok û neviyên xwe bi firotina wê mezin kirin. Min dibistan nexwendibû. Ji ber vê min seyarfiroşî kir. Ez ji karê xwe gelek kêfweşim.”

'Ji bo jiyanê divê bê xebitîn’

Fatmayê got dem bi dem rastî zextên zabiteyan tê û got: “Ev fêkiyek aydê Akdenîzê ye. her kes nekre berhev bike û bifroşe. Sibehan zû tê berhevkirin, dirêyên wê tên girtin. Ji bo vê pêncpençik pêwiste. Bi avê tê şuştin û ligel keşayê tê firotin. Divê cemidî bê firotin.”

'Ji bo gelek nexweşiyan başe’

Fatmayê got di saetên zû yên sibehê de tezgaha xwe digire û diçe peravê û got muşteriyên wê gelek kêfxweşin. Fatmayê got teka wê bi 1 lîrayê difroşe û ev tişt anîn ziman: “Rojê 50-60 hebî difroşim. Ev fêkî zû xera dibe. Çend rojan di dolabê de dimîne. Ji gelek nexweşiyan re dermane. Ji roviyan re, gurçikan re başe. Sibehan bi zikê birçî gelek başe.”

'Li Tirkiyeyê divê pergala demokratîk bê avakirin’

Fatmayê got geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê bandorê li ser karê wê dike û got divê li Tirkiyeyê pergala demokratîk bê avkairin. Her wiha bi lêv kir ku hewcedariya jinan bi piştevaniyê heye.

(hu)