Li Cizîrê jinên aborî nîqaş kirin biryarên girîng girtin

09:05

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO – Xebatkarên jin yên şaredariyê ku li kantona Cizîrê hatin cem hev ji aboriyê heta rêxistibûnê gelek mijar nîqaş kirin û di mijara projeyên hevpar de biryarên girîng girtin. Ji Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Cizîrê Delal Qamişlo diyar kir ku armanca wan eve ku aboriya hevpar a jinan ava bike.

Komîteya Aboriya Jinê ya Rojava,bi jinên di şaredariyên kantona Cizîrê de dixebitin re civînek hevpar pêk anîn. Ji Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Cizîrê Delal Qamişlo encamên civînê ji JINHA’yê re vegot. Delalê diyar kir ku bi şoreşa Rojava re jin li her qadên jiyanê xwe rêxistin kirine û got: “Hedefa me eve ku jinan rêxistin bikin û tevlî her qada jiyanê bikin. Lingekê vê jî qada aboriyê ye. Ji bo jin li dora aboriya komunal bên cem hev, wê xebatên me hebin û ji bo vê jî emê li saziyên têkildarî nîqaşan bimeşînin.”

‘Em dixwazin qadeke bazarê ya hevpar ji jinan re ava bikin’

Delalê diyar kir ku yek ji nîqaşên din yên bi jinan re kiriye, ji bo jinan avakirina qadeke hevpar a bazarê ye û wiha berdewam kir: “Em dixwazin hinek xebatên rêxistinkirî yên wekê li bajar û katnonan jin ji bo xwe butçeyê ava bikin û komîsyona aboriya xweser ya xwe ava bikin. Em dixwazin tiştên aydê jinan bidin wan. Ji bo em xebatên kooperastîfê pêşde bibin me civîn çêkirin. Bi berpirsên şaredarî, weqf, jinên jinan, Desteya Jinê û komîteya aboriyê re nîqaş hat meşandin.”

‘Divê terza xebata kooperatîfa zîraatê bê guhertin’

Delalê bi lêv kir ku di civînê de encamên xebatên kooperatîfê hatine nîqaşkirin û got: “Di civînê de me biryar girtin ku divê terza xebata kooperatîfên zîraatê bê guhertin û kooperatîfên heyî jî li ber çavan bê derxistin û bigihêje pergalekê.”

‘Armanca avakirina aboriya jinê ye’

Hevşaredara Kantona Cizîrê Sema Bektaş jî got bi komîteya aboriya jinê re di projeyên hevpar de cih girtin, ji bo jinan gelek girînge û got: “Di civakê de ji pirsgirêkên jinan yek pirsgirêka aboriye. Me wek şaredarî jî hetan ji bo projeyên wisa hevpar nîqaş meşandin. Jinên xwendayê ji xwe re bi awayekî kar dibînin. Lê yên nexwenda zehmet dibînin. Ji ber vê me nîqaşên xwe kûr kir. Em armanc dikin aboriya hevpar a jinan ava bikin.”

Cewahîr Mahîr ya li taxa Xerbî a Qamişlo di rêveberiya şaredariyê de cih digire jî got nîqaşên jinên şaredariyê encamên baş dane.

(hu)