Li gundan projeya ‘Kooperatîfa Çandiniya organîk’

09:08

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED – Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîsyona Aboriyê ya KCD’ê li gudan projeya ‘Kooperatîfa Çandiniya Organîk’ didin destpêkirin.Bahar Akyapi ku nasandina vê projeyê de cih digire diyar kir ku armanca wan eve k udi çandiniya organîk de cudabûnê ava bikin û belav bikin.

Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîsyona Aboriyê ya KCD’ê li gudan projeya ‘Kooperatîfa Çandiniya Organîk’ didin destpêkirin. Yek ji van gundan jî gundê Daralan û gundên din yên navçeya Licê ya Amedê ye. Bahar Akyapi ya li gund dijî, di projeyê de cih girt û ji bo çandiniya organîk pêşengiyê dike. Baharê diyar kir ku du salên dawî ye gundî eleqeyek mezin nîşanê çandiniyê didin û got: “Bi vê projeyê re li gundê me cureyên hilberînê zêde bûn. Di serê van hilberînan de nane, rihan, gêlaz, mişmiş, tivir, kartol û gûz zêde bûne.”

‘Hemû xwarin dibin organîk’

Baharê bi lêv kir ku jiyana gund li gorî jiyana bajar gelek xweş e û wiha pê de çû: “Li gund her tiştê xwe em diçînin. Em sibehê zû radibin û hilberînên xwe av didin, dikolin, paqij dikin. aliyê herî xweş yê gund eve ku hemû xwarinên wê organîkin. Tiştên bajar bi hormonun. Ev jî nexweşiyê belav dike. Her wiha li bajaran tiştên ku bên kirin tine. Mirov li bajaran bi stresin. Li gund bi xakê re mijûl dibin û ev jî stresê davêje.”

‘çandiniya nû tê kirin’

Baharê bi lêv kir ku armanca projeyê eve ku gel zêdetir bi çandiniyê re mijûl bibe û wiha got: “Di projeyê de hilberîna hingiz, cotkarî, çandina şitlan, hilberîna genim, rihan, nane, mişmiş, gêlaz,tivir, kartol hene. Armanc eve ku çandiniya organîz bê pêşxistin. Ev du salên dawî ye li gund çandiniya nû dibe. Di serê van de darên gûz û bihîvan tên.”

(hu)