Li 'Baxçê Jinan' ê Çinarê piştevanî

14:15

JINHA

AMED - Ji bo jinên ku şîdet dibînin û ji ber 'qedexeya derketina kolanan' neçar mane malên xwe terikadine li Çinarê projeya 'Bexçê Jinan' tê çandin.

Ji bo piştgiriya jinên ku rastî şîdetê tên û ji ber 'qedexeya derketina kolanan' neçar mane malên xwe terkirine ji aliyê Meclîsa Şaredariya Çinarê û Gernendeya Polîtîqaya Jinan a Şeredariya Çinara Amedê bexçe hat çandin. Li bexçeyê du donim erdê ku li Çinarê hatî çandin wek bacan, îsot, balîcanê reş, gindor, zebeş û bamya çêdibin.

Endama Meclîsa Şaredariyê Deniz Demir got ku ewê vê proja bi daxwaza jinan çandina bexçe zêdetir bikin. Deniz diyar kir ku ew kolana bexçe bi alîkariya jinên endemên Meclîsa Şaredariya Çinarê, Navenda Jinên Jinwar û bi alîkariya jinên dildar dikin û ew li benda piştgiriya jinan in.

'Em di nava pevajoya hilberîna hevpar dene'

Gernendeya Polîtîqaya Jinan a Şaredariya Çinarê Halide Turkoglu dazanî ku ew projeyê hem ji bo aborî û hem ji bo jin bi çandiniyê ve bên gel hev. Halideyê destnîşan kir ku li Çinarê jiyan bi xwedîkirina sewal û bi hilberîna çendeniye hatiyê ava kirin û wiha dom kir: "Em li Çinarê jin bihev re dixebitin. Em di nava pêvajoya ku em bi hevparî çandiniyê bikin denin."

Halide diyar kir ku navê proja dayîn dest pêkirin 'Bexçê Jinaye' û armanca wan ew e ku proje bi rihê piştevaniya çandiniyê zêdetir bikin.

(dt/zt)